Seyidxanê Boyaxçî - Feqî Heyran
wêneyê hunermendî:ê 171 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seyidxanê Boyaxçî - Feqî Heyran

Feqî qurban min got bejna te zirav e
Lo pir dirêj e
Ezê bala xwe didêmê li çem û kort û gelî mesîla
Lo şax davêje

Lo lo Feqî were ser barê heqîyê navê xwe ji min ra beje mala te li ku ye navê xwe bibêje
Ax were lo were lo were lo Feqî lo yê

Feqî digot qîza mele keçê mal xirabê
Bejna min ne kin e ne dirêj e
Wele kort û kanî mesîla îro şax davêje
Eger tu ne eslê min dipirsî mala min li qaqisvanê ji min ra dibên Feqî Hesenê dengbêj e
Ma here lê here lê here lê tu bela yî lê

Qîza mele di got Feqî malmîrato ez ê bala xwu didimê morga şewitî ketime îro bi kakil û kuncî
Mal xirabo tê da diçêre cotekî kewek gozelê pir narincî
Lo Lo Feqî tu bi xatirê xwudê bikî tu azeb î yan zewicî
Ax were lo were lo were lo Feqî cano

Feqî digot qîza mele morga şewitî ketim bi kakil û kuncî
Tê da digere cotek kewek gozelê narincî
Mal xirabê sê caran hatim te ji bavête xwast bavê te te neda min

Ez ê îsal bi çavê serê xwe gerîyam bi qinîyata dilê xwe û zewicî
Ax here lê here lê here lê
Bes e lê tu bela yî lê

Qîza mele di got Feqî mal mîrato bejna te ji min ra bîna dara bîyê
Hişina hatîye morga şewitî îro li ber hûcrê ber camîyê
Lo Lo Feqî mal xirabo wer destê min bigire birevîne bibe bavê ser hêwîyê
Ez ê çend salekî Feqîyê xwe ra bajom kar û bar û zewaca hêwîtîyê
Ax were Lo were Lo were Lo Feqî cano

Qîza mele digot Feqî malmîrato serîya malê me cade ye
Kuro binîya malê me cade ye
Pê da te re tê karwan û bazirgan û arebe û makîne ye
Mal mîrato eger dilê te di min da heye were destê min bigire derxîne ji vî gundê me ye
Eger dilê te diminda tune serê te bixwe law kitêbê xwe bigire here ji gundê me ye
Ax here lo here lo here lo Feqî cano

Feqî digot qîza mele mal mîratê serîya malê we cade ye binya malê we cade ye
Wele bejna te vê sibekê ji min ra bîna rihana bi mane ye
Keçê mal xirabê ka werê kitêbê min bide ez ê herim ji gundê we ye
Serê te bixwe keçê wele eger ez ê herim ji gundê we ye
Ma bese keçê ji derdê te ye
Ax here lê here lê here lê ma tu bela yî lê

Qîza mele digot malmîrato wele serîya malê me cade ye binya malê me cade ye pê da te re tê karwan û erebe ye
Mal xirabo wele gotina gava dinê min got serê min û heft bavê min zêde ye
Le la were mala bavê min tewla hespê te ye
Were lo were lo were lo Feqî cano
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î