Seyrana Mûsa - Lê Gewrê
wêneyê hunermendî:ê 9 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seyrana Mûsa - Lê Gewrê

Lê lê gewrê, were wemê herine gundê gurca,
Bextê te bedewê de wemê bikevine ber darik darî sinca,
Wezê gewra xwe kawê kubar,
Sibekê heta êvarê bikevine kêfi laqirdiyê dinyalikê way,
De paşê nîvê şevê bira dilê ber serê mi mehrûmê Xwedê,
Zendikê morî mircanê gewrê.
Lê lê gewrê pireqazê nava geta,
Wey delalê, pireqazê nava geta,
Sing û berê gewra mi cî meskenê xalexeta,
Xwazî şev şevê payîzê roj rojek bihara devê mi ber xala gerdenê keta,
De bira destê mi bigirtana birana welatekî wisa,
Bextê te me bedewê ber şerê çar dewleta.
Lê lê gewrê bedewê, wezê herime gundê gurca,
Wey bedewê, wezê bikevime ber darik darî sinca,
Sibekê hetanî êvarê germa gundê gurca da dixebitim,
Bextê te bedewê da me te ra sing û berê kawa gozel ra,
Bi devayî mi canê gewrê, lê gewrê, lê lê gewrê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î