Şibliyê Çaçan - Şîrînê Lo
wêneyê hunermendî:ê 34 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şibliyê Çaçan - Şîrînê Lo

Li me hatiye şerê nebixêr,
Gelî birano li me hatiye şerê nebixêr e,
De bira mala kafirî gêrman ne xana Xwedê be,
Ça me ra daniye şerekî mixeletiyê ye,
Bire xortê me tulsiz in, top kirine berê wan dane welatî Kêrçê Qirimê,
Dijmin ra ketibûn dewê wê dozê ye,
Şîrînê bira erefê meydanê kire gazî,
Go gelî birano çê bin çê bixebitin revê dijmin xin,
Nav û dengê welatê Sovyetê rûbarî dinê xin,
De bira mala kafirî gêrman ne xana Xwedê be,
De çawa mixenetî gulekê berî bedena Şîrînê bira dane,
Wey la mi korî li nemayê,
Mîrata gulê çiqa birîna birakê min diêşîne, ay ay ay,
Menal, efado menal, tîtalo de tu menal,
Xwedê mêrê Xwedê bi eyan e qûlan î,
Milê porkura xweynga te ranabin,
Welatê Kêpçê, tûncik temorî te xortanî,
Destekê birangê xwe ra bikira belkî,
Hey lo birawo yekê ji ha li berfa.
Gelî birano, emê Kêrçê binêr, bextê mi ra çiqas sar e,
De bera mala kafirî gêrman ne xana Xwedê be,
Topî polîmotê xwe berdanê hesabî gurî har e,
Efadî mêra, tîtalî govenda Şîrînê bira qeleçê da birîndar e,
Em ê rabin têlekê nexêrê bikşînin, nehiya Telîn lê gundê mi Heko ra,
Em ê bêjin Almastê porkurê, şeroy gulîbirê,
De were xwe bavê ber bextê hekîm doktora,
Ê de belkî melhemekê çêkin, wey la mi korî li nemayê,
Birîna Şîrînê bira gelekî ji xedar e,
Menal, efado menal, tîtalo de tu menal,
Xwedê mêrê Xwedê bi eyan e qûlanî,
Milê porkura xweynga te ranabin,
Welatê Kêpçê, tûncik temorî te xortanî,
Destekê birangê xwe ra bikira belkî,
Hey lo birawo yekê ji ha li berfa.
Gelî birano emê erdê Ûrisêtê dinêrin çiqa xweş e,
De bira mala kafirî german ne xana Xwedê be,
Şerekî mixeletî me daxistiye xana ortê Behra Reş e, hayê,
Em ê rabin têleke nexêrê bikşînin, nehiya Telînê gundê mi Heko ra,
Em ê bêjin Almastê porkurê, şeroy gulîbirê,
Were bala xwe bidinê da,
Şîrînê Elo, efadî mêra, tîtalî govenda birîndar e,
Xwedê zane porkura xwaynga wî nikare bive nexweşxanê,
Wey la mi korê, gelekî nexweşî wê bedhal e,
Menal, efado menal, tîtalo de tu menal,
Xwedê mêrê Xwedê bi eyan e qûlanî,
Milê porkura xweynga te ranabin,
Welatê Kêrçê, tûncik temûrî te xortanî,
Destekê birangê xwe rabikira belkî,
Hey lo birawo yekê ji ha li berfa.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?