Sirûda Kurdî - Agire Sûre
wêneyê hunermendî:ê 170 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Sirûda Kurdî - Agire Sûre

Min pişkoyek lew agirem
Ke asinîş detawênê
Min dilopêk lew baranem
Ke deryayêk be dî dênê

Min şemalim, ew şemaley
Pirr le şiney be soz û taw
Demew behar befrî
Dagîrkerî wilat ekem be aw

Min jîlemom, ew jîlemoy
Diway hezaran aw lê pijan
Dîsanewe gird dehawêm
Deylêmewe goranî jiyan

Katê saway bawk kujraw
Firmêsik erjênê be tase
Min be soztir lew esrînem
Be qîntirim lew henase

Min bawerim, bûmelerzem
Dilî zewî delerzênim
Kêw û telan le bin dênim
Hemû cîhan dehejênim

Min rûnakî asoy jînim
Wek taw heldêm bo jêrdestan
Min şorrişim, agire sûrem
Agire sûrekey Kurdistan
Şîrove
logo
cemil 02-06-2020 10:05:46
sipas

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?