Sirûda Kurdî - Ey Lawekan
wêneyê hunermendî:ê 82 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Sirûda Kurdî - Ey Lawekan

Heta pirr nebê dij bo şey zîndan
Dujmin kol neda le siza û lêdan
Kelepçe meçe baş netezênê
Wekû zincîrî daynerizênê

Rizgarî nabê em Kurdistan e
Bê derd naçê sipay bêgane

Hestin, hestin ey lawekan, lawî Kurdistan
be xwênî sûrman binûsîn Kurd û Kurdistan
be xwênî geşman binûsîn Kurd û Kurdistan

Dayik nerêjê firmêskî xwênaw
Negrête baweş taqaney kujraw
Jin bêşkey mindal helnegrê be kol
Dû roj be pê neyba bo nêw tax û xol

Rizgarî nabê em Kurdistan e
Bê derd naçê xorpey bêgan e
Rizgarî nabê em Kurdistan e
Bê derd naçê sipay bêgane

Hestin, hestin ey lawekan lawî Kurdistan
be xwênî sûrman binûsîn Kurd û Kurdistan
be xwênî geşman binûsîn Kurd û Kurdistan

Le jêr zincîrî debabey dujmin
Serî hezaran Kurdî wekû min
Têk û pêk neşkê û neqilîşêtewe
Le gomî xwên da netilîzêtewe

Rizgarî nabê em Kurdistan e
Bê derd naçê sipay bêgane

Hestin, hestin ey lawekan, lawî Kurdistan
be xwênî sûrman binûsîn Kurd û Kurdistan
be xwênî geşman binûsîn Kurd û Kurdistan

Xanû nerûxê, girr neysûtênê
Le jêr xanû da korpe nemirênê
Kiçî çiwarde sal bo zindan nebrê
Pirçe ciwanekey deskene nekrê

Rizgarî nabê em Kurdistan e
Bê derd naçê sipay bêgane

Hestin, hestin ey lawekan, lawî Kurdistan
be xwênî sûrman binûsîn Kurd û Kurdistan
be xwênî geşman binûsîn Kurd û Kurdistan
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?