Sirûda Kurdî - Her Kurd Ebîn
wêneyê hunermendî:ê 142 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Sirûda Kurdî - Her Kurd Ebîn

Dagîrkerî dil pirr le qîn
Dirrindey bê wîjdan û dîn
Natwanî wakey Kurd nebîn
Her Kurd bûyn û her Kurd ebîn

Le pêş agirperestî da
Le pêş musilmanêtî da
Le dîlî û le serbestî da
Her Kurd bûyn û her Kurd ebîn

Ne Erebim, Ne Êranîm
Ne Turkêkî şaxistanîm
Nek min her xom, mêjûş elê
Ke Kurdim û Kurdistanîm

Ne nengî ew ne piyawetî
Ciyawazî netewayetî
Biryare û mêjû dawyetî
Ke Kurd bîn û her Kurd ebîn

Gelan hemû biray minin
Her zordaranim dûjiminin
Dawayî wilatî kes nakem
Pence bo mafî kes nabem
Bo mafî gel û xakekem
Heta mawim xebat ekem

Dagîrkerî dil pir le qîn
Dirrindey bê wîjdan û dîn
Ger Qendîl û Agirî şîrîn
Yeksan key legel rûy zemîn
Natwanî wakey Kurd nebîn
Her Kurd bûyn û her Kurd ebîn
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?