Sirûda Kurdî - Pêşkewe
wêneyê hunermendî:ê 63 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Sirûda Kurdî - Pêşkewe

Pêşkewe, pêşkewe, to pêşkewe
Bo pêşewe ey kurdî aza

Axirîn malî jiyanim kuncî bendîxane ye
Em kelepçe merhemî zamî dilî dêwane ye
Zor demêke çawerwanî zirr zirrey zincîr ekem
Seyrî em zincîr e ken, wek zîwerî şahane ye

Bûkî azadîm ewê û xwênim xeneş bo dest û pêy
Helqe helqey pêwenim, wek pilpile û lerzane ye
Gerçî dujmin wa ezanê, min be dîlî lal ebim
Baş bizanê, kuncî zîndanim qutabxane ye

Bîrî azadîm le zîndana firawantir ebê
Qurr be ser ew dujminey hîway be bendîxane ye
Girtin û lêdan û kuştin, amilî azadî ye
Top û şestîr û kelepçe lam wekû efsane ye

Çawerwanî şorrişêkim, alemê rizgar bika
Milletim bo ew mebest e, kirdewey şêrane ye
Çekî şorrişgêrî min, nûsîn û bîr û bawer e
Raperîn e, helmet e, pirr ne'retey kurdane ye

Ger be azadî nejîm, mirdin xelat e bo leşim
Nokerî û serdanewandin karî namerdane ye
Qanîm emro le zîndana be azadî ejîm
Sed hezar lehnet lewey wa nokerî bêgane ye!

Helbest: Mamosta Qane' û Bêkes
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?