Sirûda Kurdî - Raperîwim
wêneyê hunermendî:ê 57 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Sirûda Kurdî - Raperîwim

Raperîwim wa le korrî bezmî têkoşanewe
Şan be şanî rollekanî nîştimanî ciwanewe
Min le nêw cergey xebat û şorrişî bê payanewe
Ser le pênawim le xizmet xakî Kurdistanewe
Hellgirî beydaxî sûrî rêy şehîdanim emin

Çomî xurrênî beharanim pişûdanim niye
Bê wiçan herwa dehajêm û hedadanim niye
Min şepolî serkeşî deryam û aramim niye
Ger be serbestî nejîm min, jînî pestîm bo çiye?
Haje hajî qellbezey befrawî kwêstanim emin

Şêrî meydanî neberd û raperînim her be gûrr
Min be nirkem dadexurpênim dilî dijmin le pirr
Wêneyî darebenî pîrim bedem kwêstanî çirr
Bazî bê perwanim emin, pirr e hellom, her berz e firr
Wek birûske û girmeyî hewrî beharanim emin

Helbest: Ebdulxaliq Neqîb
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?