Sîsa Egît - Keçka Dersdar
wêneyê hunermendî:ê 5 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Sîsa Egît - Keçka Dersdar

Te çavreşê lê, suret sorê lê,
Bejn bilindê lê, kezîzerê,
Min te dîtî lê, li nav zingê lê,
Li ber desta lê, nav fabrîkê.
Te çêdikir lê bi eşq û lib lê,
Hezar rengî lê şer û etles,
Pêra distra mîna bilbilê
Tevî qîzê lê xortê cahil.
Qîza pale lê, qîza delal lê,
Xorte heye lê aqil kemal,
Te bişînim lê, cîkî zelal lê,
Te ked kiriye lê, keda helal.
Te çêdikir lê bi eşq û liv,
Hezar rengî lê şer û etres,
Li ber teva lê, sere kefe lê,
Te ra tune lê, tu merez e.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î