Şivan Perwer - Apê Ho
wêneyê hunermendî:ê 617 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Apê Ho

apê ho weha digot : ji serxwebûn û azadî bi rûmettir tiştek nîne û ger mirov ji dil vê xebatê neke, wê her dem barê bindestiyê bikşîne. berî ho Chi Minh anjiyan bibe, yanî bimre weha digot. di serhatina jiyana xwe de bi dil û can, ji dil ve, bi hemû hêza xwe ji bo welatê xwe, ji bo şoreşê û ji bo gelê xwe min karkir. ger li cihanê mirina min pêwîst be ez ê bi dilê rihet herim gorê, lê, min dixwest ez hîn vê xebatê berdewam bikim. lê, çi fêde jiyana min destûr neda. ji ber wî jî, dibe ku dilê min biêşê. ger min serefraziya hemû gelê cihanê bidiya, ezê şad biçima...

apê ho, ho Chi Minh
si û heft salan têkoşîn da
bi gelê Vietnamê
reca marksîzm û leninîzm da
bijî bijî Vîetnam

apê ho, ho Chi Minh
tev serkirin jin û mêran
derket ciyan weke sêran
eriskirin bi das û bêran
kustin, mirin, rizgarkirin
nirê bindestiyê rakirin
bijî gelê Vîetnam

apê ho, ho Chi Minh
rêça me pir çetîn e
hezar bela lê hene
ger serfiraz nebe
wê wan herdem bikşîne
bijî bijî Vîetnam

ape ho, ho Chi Minh
te şewqa xwe da cihan
bû dostê hemû gelan
te bû apê gişkan
û Vîetnam fêdekar bû
fikrê te, ji bo gela san bû
hey bijî apê ho, ho Chi Minh
apê ho, apê me.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?