Şivan Perwer - Ay Dîlberê
wêneyê hunermendî:ê 1029 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Ay Dîlberê

Li baxê min bû zivistan
Hey dîlberê dem gulîstan
Çilmisî gul bax û bistan
Wêran ezim malêm xirab

Hey dîlberê qey menale
Feqîyê tayran êdî kale
Nexweşekî pir bê hale

Tu him gulî him rihanî
Tu him derdî him dermanî
Him hekîmî him loqmanî
Wêran ezim malêm xirab

Hey dilberê da tu zanî
Kulîlik vebûn çiya û banî
Bilbil pirs kir feqî kanî
Wêran ez malêm xirab

Gotin: Feqîyê Teyran
Muzîk: Aram Tîgran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?