Şivan Perwer - Ban Dikim Te Ruhayê Diyarbekir Pir Deng Dayê
wêneyê hunermendî:ê 216 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Ban Dikim Te Ruhayê Diyarbekir Pir Deng Dayê

Êdî bes e rabe ji xew,
Xortê hêja keça bidev (bedew)
Tenê maye tu raketî,
Xebata te bi paş ketî
Rohilatî pir bilind bûn
Xelkê cîhan tev şiyar bûn

Tenê maye tu raketî,
Xebata te bi paş ketî
Rohilatî pir bilind bûn,
Xelkê cîhan tev şiyar bûn
Kurdno rabin ji xewê lo,
Merdno rabin ji xewê!..

Ez pir rind im li benda we me,
Lo gula sor im li hêviya we me
Rêya we bû ronahî, dîsa kor in nabînin
Kurdno rabin ji xewê lo,
Merdno rabin ji xewê

Bang dikim te Ruhayê lê,
Diyarbekir pir deng dayê
Bitlîs û Mûş, Hekarî, Wan,
Hilgirtine barê giran
Kurdno rabin ji xewê lo,
Merdno rabin ji xewê

Ez Şivan im hêvîdar im,
Lo bi qîrîn û bi hawar im
Ev bû bîst û sê salê min,
Dikim gazî û dinalim
Dibe bîst û çar salê min,
Dikim gazî û dinalim
Kurdno rabin ji xewê lo,
Merdno rabin ji xewê!..

Gotin û Muzîk: Şivan Perwer
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?