Şivan Perwer - Baran Barî
wêneyê hunermendî:ê 652 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Baran Barî

Baran barî Gulê Gulê tene tene
Vana rêçên were Gulê min û te ye

De bilezin Gulê Gulê zû bimeşin
Rojên giran were Gulê li benda mene

Baran barî Gulê Gulê hûr hûr lê kir
Gul û sosin were Gulê rengê xwe vekir

Çiya û zozan Gulê Gulê tev xemilîn
Kanî û rûbar were Gulê tev de derkir

Baran barî Gulê Gulê her der xweş kir
Dar û zevî were Gulê tev de geş kir

Tu ciwan î Gulê Gulê pir delalî
Dilê fêsad Gulê Gulê te pir reş kir

Tu ciwan î Gulê Gulê pir bedewî
Dilê nerinda Gulê derda reş kir
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?