Şivan Perwer - Buharê Hat Buharê
wêneyê hunermendî:ê 601 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Buharê Hat Buharê

Buharê hat Buharê
Gul vebû li rûkê yarê
Wexta çavê min lêket
Aqil ji serê min çûbû derê

Buharê hat Buharê
Mgulek dî lrûkê yarê
Mbala xwe da vê gulê
Ji dil de evîndar e
Hin pir gulêm pir hene
Gulê min wekî te ne

Buhar hat tevbigihayê
Tev girt çol û çiyayê
Buhar hate govendê
Govend qada mêra ye

(Dîsgotin)

Buhara me şêrîn e
Tevde gîhayê hêşîn e
Keçê dilê min xweş ke
Giş bi kul û brîn e

(Dîsgotin)

Buhar çi xweş û rind e
Tev girt bajar û gund e
Keçê te ez helandim
Carek serî limin hilde

(Dîsgotin)
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?