Şivan Perwer - Bulbulo
wêneyê hunermendî:ê 260 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Bulbulo

Bulbulo xêr e vê sibekê
Tu li ser darê xweş dinale
Ma tu jî weke min birîndar e
Keremke were em mijûl bin
Ka derdê te çiye
Bulbulo vê sibekê li ser darê dîsa tu çi dinale
Ax… wer xuya dike bulbulo tu jî weke min bêhal e
De ezê nizanim tuyê ji derdê çiye ewqas bi ax û fîgan e
Bulbulo de were em mijûlbin
Keremke ji ser darê were xwar e
Bulbulo, vê sibekê tavek kate çi hum-humî
Ax kevir û kuçikên çiya û zinara li ser serê min hedimîn
Bulbulo tu perê darê ez bûme kewkurkek kula zinaran
Ax.. xêrnexwazan xera kirin germa buharê hêlîn li min herimî…
Bulbulo, bişewite mala Contirkan, komkirin xortên hêja ji her hêlê da
Birin bi vê qetera devê rê da, nizanim dibin bi çi hêlê da
Li dû wan mane bûkên dest bi hine, di paş ko û perdê da bulbulo…
Ax… derd û kederên min ev in bulbulo ev çiya hatiye bi ser ê min re penê da
Xerîb im, bêks im, bêhal im de yar yar… lo lo bulbulo…
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?