Şivan Perwer - Delalê
wêneyê hunermendî:ê 332 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Delalê

Li kolanê bajarê Ewrûpa
Li keça Kurd rast hatim
Bê xwedî digeriya
Bi dil germê pêrgî min hat
Xûya bû li çara serê xwe digeriya

Mi go delalê delalê
Şêrînê hevalê
Bê xwedî, bê malê
Çi digerî ?

Go lo lo birao
Em bi ber zilma bayê reş ketin
Îro welatê dûriyê vê derketin
Weke bi min hezara hene
Bêkar û sermîyan
Li welatê xerîbîyê şermeze ketin

Mi go delalê delalê
Şêrînê hevalê
Bê xwedî, bê malê
Ma ez kanî çi bikim

Mi go delalê delalê
Şêrînê hevalê
Bê xwedî, bê malê
Ez jî nizanim çi bikim
Ka bêje ez çi bikim

Dîsa go lo lo keko
Belê heq negotine
Welatê mirova şêrîntir e
Ger hindikek azadî hebûya
Birçibûna welatê me
Ji têrbûna welatê xelkê bi rûmettir e

Mi go delalê delalê
Şêrînê hevalê
Bê xwedî, bê malê
Belê tu rast dibêjî

Mi go delalê delalê
Şêrînê hevalê
Bê xwedî, bê malê
Welatê me rûmeta me ye
Ka em welatê xwe şên bikin
Welat azadî ye
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?