Şivan Perwer - Dilo Ez Bimrim
wêneyê hunermendî:ê 388 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Dilo Ez Bimrim

Dilo ez bimrim, dilo hewar li vê buharê
Li vê buharê bira hewar li vê buharê

Hêsir çavê min xweş dilop meş in weke baranê
Weke baranê, weke baranê keko hewar weke baranê

Mirin pir xweş e dilo hewar li milkê bavê
Milkê merdan e bira hewar milkê mêran e

Mirin pir xweş e dilo hewar li milkê bavê
Milkê merdan e bira hewar milkê şêran e

Dilo ez bimrim dilo hewar li vê payîzê
Li vê payîzê bira hewar li vê payîzê

Kurdo werin bi hev bigrin em bigrin lezê
Em bigrin lezê bira hewar em bigrin lezê

Tirba min çêkin dilo hewar li milkê bavê
Milkê Kurdan e dilo hewar milkê merdan e

Mirin pir xweş e bira hewar bi merd û cezê
Bira azadî bira hewar bi merd û cezê

Mirin pir xweş e bira hewar li Kurdistanê
Li gulîstanê bira hewar li Kurdistanê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?