Şivan Perwer - Dîyarbekir
wêneyê hunermendî:ê 96 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Dîyarbekir

Diyarbekir, diyarê bekir yan diyarê baqir,
Amed, îro tu kirine kela zulmê Amedê
Wê rojek bê tu yê bibi kela azadî û aşitiyê

Ax li min lê lê lê dayê ax lê dayê
Bira Diyarbekir weman bimîne xweş Diyarbekir
De îro min dîsa bihîstibû dibêjin hakim û sawciyên
Zaliman li benda me kurda mehkemek vekir
Dibêjin li ser bajarê Amedê herbek minawere kir
Ax li min ax li min birîndarê wê me lo lo…

Dîsa helkana bayê rojava ji bend û bestên çiyayê reş tê lê dîsa çi xweş tê
Li binê çiyayê reş dîsa li kêleka mitralyozan tike tika şerefnaran
Hawar kurdno çira li kuna çiyê tê
Xeberdana xeberê dan digotin dîsa
Egîd û şêrên me li binê heps û zindanan
Li ser birînê xwe de dinalin
Kuştin û li ber derên kindirê ne
Hawar kurdno çawa heyfa me pê nê
Ax li min ax li min li min
Ax li min li min birîndarê wê me lo lo…

Ax li min lê lê lê dayê, ax lê dayê
Dibêjin perdên kesk û sor û zer li dar mane
Hey wax bûkên kew kevok û rûgevez dest bi hine
Kor û poşman vegeriyane malên bavan e
Hûnê nekin kurdno ji bîr nekin ku hîn û hîn
Egîd û mêrxasên me di binê zindanan
Di binê zindanê dijmina de, di binê zulmê da ne
Hûnê zarok û zêçên xwe temen kin bira di nava rûpelê
Dîrokê de bendakê vekin
Bila heyf û doza welatê xwe tu car ji bîr nekin
Hawar kurdno em perkende mane
Ax li min ax li min birîndarê wê me lo

Gotin û Muzîk: Şivan Perwer
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?