Şivan Perwer - Duhok
wêneyê hunermendî:ê 651 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Duhok

Hatim Duhokê, Duhoka rengîn
Çengî ciwan e, bajarê şêrîn
Gelê'm bernede, azadî xweş e
Şên b'kin duhokê, duhoka rengîn

Zaxo hekarî li mêrga rûbaran
Ax ew amedê gelê xweşmêran
Musil û Hewlêr çeklawa û soran
Xemlandin Duhok bûka behdînan
Suleymaniye û Kerkûka kurdan
Urmiye û Mahabad, Sinê û Kermanşan
Bane û Zerdeşt Taxaka Loran
Şên şaristan in li baxê gulistan
Hatim Duhokê, Duhoka rengîn
Çengî ciwan e, bajarê şêrîn
Gelê'm bernede, azadî xweş e
Şên b'kin duhokê, duhoka rengîn

Bingol, Agirî û Qers, Bitlîs, Mûş û Wan
Erzirom li serhed, bihûşt e zozan
Meletî û Sêwas, Elezîz û Ezircan
Warê dêrsimê kozgeha şêran
Mereş û merkez, îskenderûn û ceyhan
Efrîn û elbîstan l'ber çayê kurdan
Semsûr û Eyntap, ordi û koban
Cang û camêr in bisk û berazan

Hatim Duhokê, Duhoka rengîn
Çengî ciwan e, bajarê şêrîn
Gelê'm bernede, azadî xweş e
Şên b'kin duhokê, duhoka rengîn

Ruhayê dirok can, li deşta herran
Amed her bûye nîşana berxwedan
Mêrdîn û qamişlo cizîr, şirnex û batman
Sêwrek, wêranşar nav mezrabotan
D'nava çiyan de bi rez û kanî ye
Bi al û ola xwe gelek rengîn e
Jiyana duhokiyan kurdewarî ye
Bi rêç û şopa xwe ya kalê Barzanî ye
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?