Şivan Perwer - Em Ne Xwînî Ne
wêneyê hunermendî:ê 231 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Em Ne Xwînî Ne

Lê lê dayê destê xwe ji çek û rextê xwe bernadim
Bira tu zanibe heger can û ruhê xwe jî bi ser bidim
Dayê welat bindest e vê dozê nikarim tu car berdim
Ax de menal menal lê dayîkê, de menal menal lê dayîkê
Reşa xwe deyne lê xwe hîn ke, dema me nîne ji bo şînê ax...

Gelî heval û hogiran hûnê bi zilgit û lîlan laşê me rakin
Ala rengîn bi ser me da kin, gulek sor bi ber serê me de çakin
Ax de menal menal lê dayîkê, de menal menal lê dayîkê
Reşa xwe deyne lê xwe hîn ke, dema me nîne ji bo şînê ax...

Heyran hunê herin bi hev re doza xwe tev berdewam kin
Bes e bêjin hun pêşmergo em te ji bîr nakin, em sond dixwin te dilşad kin
Ax de menal menal lê dayîkê de menal menal lê dayîkê
Reşa xwe deyne lê xwe hîn ke, dema me nîne ji bo şînê ax…

Gotin û Muzîk: Şivan Perwer
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?