Şivan Perwer - Ey Karker û Xebatkar
wêneyê hunermendî:ê 249 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Ey Karker û Xebatkar

Ev rengê biratî me nevê ger timî wa bin
Hevsarê me girêdayî bi kurtanê kera bin
Ew begler û axa ne emê jar û geda bin
Ew rêncberê dijmin in emê rêncberê wan bin…

Ey karker û xebatkar bes e dem hatiye rabin
Ta kengî emê karkerê axa û bega bin
Ta kengî emê hestiyê ber lingê seya bin
Ta kengî emê kole û rezîl û ruswa bin…

Çawa ko dizanim tu timî şerker û mêr î
Deng daye di Şerqê de bi xwe fêris û şêr î
Îro tu çima wer ga bi tirsok û newêr î
Perda gidiya ser xwe ve da da xwe veşêrî…

Ey karker û xebatkar bes e dem hatiye rabin… (Dîsgotin)

Gotin: Cegerxwîn
Muzîk: Şivan Perwer
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?