Şivan Perwer - Helebçe
wêneyê hunermendî:ê 399 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Helebçe

Hey gidî dinyayê, dinya bi xweşî û bi zulm, ma qey tu têra insana nake? Te insanên delal çê kirine û afirandine, bo çi çavên insanan bar û têr nabe? Geh li ser te xweş dikin û geh dûman û ewrên reş û tarî bir ser te de dibarînin. Hevdu diqelînin. Hey gidî însan, bo çi çavên te têr û bar nabe? Ma rûkê dinyayê têra te nake? Pêr li Nagasakî, Hîroşîma; duh li Wiyetnamê û iro li Kurdistanê. Ma Helebçe hindik e? Sal 1988, meha Adarê, gulên Newrozê disa dibişkivîn. Ewrên reş û tarî bi ser Newrozan de hatîn, bê kêf û şahî, bê xweşî, Newrozan dîsa serên xwe xwar kirin û tovên xwe bera binê erdê dan, ji bo carek din şîn werin…

Wey lo lo, wey lo lo wey lo
Wezê daketim kel û kaşxanan
Wezê daketim serê birc û van diyaran
Wezê bi ser kela dilê xwe de mijûl bûm
Dîsa ji xeman û kulan û derdan birîn in ax de wey lo lo lo wey lo…
Dîsa bombe û baran e, her derê girtî mij û dûman e
Dîsa nale nala birîndaran e,
Dengê dayîka tê li ser lorikê wan e
Bavik bi keder xwe davêjin ser zarokan e
Lê zarok mane bênefes, bêruh û bêcan e
Ax birîndar im wey lo lo lo wey lo…

Hey lê lê…. wey lê lê…
Ferman e ûy… hawar… hawar… dîsa li me ferman e
Li jor tête gire gir û hume huma bafirok û teyaran e
Her der xistiye nava agir û mij û dûman e
Li jêr tête qîre qîra zarokan, hawara dayîk û bavan e
Dîsa dîrok xwe nû ve dike weke carek dinê ji caran e
Weke Diyarbekir, weke Palo û Gênc û Agirî, Dêrsîm
Weke Mehabad û weke Berzan e
Îro dîsa li Deşta Silêmaniyê, li kêleka Hendirê, li bajarê Helebçê
Fermana me Kurdan e, ferman e, ferman e…
Dîsa hatin qelandin zarok û zêç tev dayîk û bavan e
Ax hawar…hawar… li me ferman e… li min ay…
Ax… birîndarê we me, li min oy…

Erê hey lê lê… herê hey lo lo…
Hawar Kurdno hûnê bikin bilezînin
Hûnê kaxiz û pênûsekê bînin binivsînin
Dinya alemê pê bihesînin
Serok û rêberên Kurda li hev bînin
Bira yek bi yek bin ji halê me re tiştekî ji dinyayê re binivsînin
Bira xelk û alema pê bihesînin
Da ku çarekê ji halê me Kurdan re bibînin
Me ji bin vê bindestiyê derînin hawar hawar…
Heyfa Kurdistan ku îro dişewitînin
Agir li serê me Kurdan dibarînin
Ax de ay ay… lo lo ax de li min birîndarê we me

Gotin û Muzîk: Şivan Perwer
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?