Şivan Perwer - Heseniko û Asê
wêneyê hunermendî:ê 549 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Heseniko û Asê

Hesenîko qurban ava Çemê Mûradê tê û leme-lem e hoyê…
Hesen qurban ezê li qiraxa çem rûniştî me li benda te me hoyê...
Ezê bêjim kelekvano ez ketime bextê te
Min derbasî wî alî ke ez kefîla heqê te me hoyê...
Na na wele tê min derbas nekî
Ezê sîng û berê xwe ji xwe re bikim kelek û gemî,
Ezê derbas bim cem Hesenîkê xwe ez helala canê Hesenîkê xwe me hoyê..
De lê lê wî Asê...

Lo lo Hesen dîno ezê neçim Mûradê lo bilind ciya hoyê...
Û çû keriyê mala bavê min danîne li zozana cem bêxêrê pezkuviya hoyê...
Lo lo Hesen dîno bê te xewka min nayê gidî li nava ciya hoyê...
Bira dêk û bavê min xêrê bikin û xêrê qe nebînin
Çawa min nedan Hesenîkê bi dilê min,
Min dane lawê Heskê Xelo ew şûndokê ser xaniya hoyê.
De lê lê wî Heseno...

Hesen qurban min go ji Mûradê heta vira hoyê...
Ava Mûradê pêl bi pêl e derbas dibe ser pira hoyê...
Hesen qurban bira agir bikeve mala fesad û awara
Wele minê zanibiya teyê ji min ra bigota
Asê xwengê, minê bigota Hesen bira hoyê...
Na na wele bişewite mala zalim û xêrnexwaza
Sala îsal xwîna sor nedirijiya li ser kevira hoyê..
De lê lê wî çi bike Asê...

Gotin: Gelêrî
Muzîk: Şivan Perwer
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?