Şivan Perwer - Hevalê Bargiran Im
wêneyê hunermendî:ê 502 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Hevalê Bargiran Im

Xebat tevgera min e, azadî daxwazya min e. Lê gelê guhdar, gelî azadîxwaz, gelê bindest, hozanek zimanê gel e, zimanê milet e. Derdê milet dibêje, hisê wî radikê ji bo mafê wî. Ev mafê herkesî ye.

Hevalê bar giran im
Hevalê şoreşvan im
Hozanê gelê bindest
Hozanê we kurdan im
Ez dengê Kurdistan im
Endamê Kurdistan im

Qet zen nekin her weha
Li şorên we guhdar im
Nê’m firotan nê’m buha
Gelê bindest re yar im

Hevalê bar giran im… (Dîsgotin)

Nalîn tê ji Kurdistan,
Bo wê çê dikim helbestan
Destê xwe em dirêj kin hev,
Deynin baxê gulîstan

Hevalê bar giran im… (Dîsgotin)

Alîkarê dilsoz im,
Rêdanê mîrê hov im
Şoreşger im him kurd im,
Ji bo xwînxwara bi xof im

Hevalê bar giran im… (Dîsgotin)

Gotin û Muzîk: Şivan Perwer
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?