Şivan Perwer - Hinê Bînin Li Teştê Kin
wêneyê hunermendî:ê 306 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Hinê Bînin Li Teştê Kin

Hinê bînin di teştê kin
Şîr û şerbetê çêkin
Kevçî bi kevçî hun lê kin
Bînin li destê zavê kin
Bînin li serê bûkê kin

Şarka bûkê heft reng e
Dayê rabe dereng e
Dawet hatî ber derî
Bîhna zavê pir teng e
Bîhna bûkê pir teng e

Bûka delal tê rabe
Lihêkê tê li pê ke
Tê rû li dê û bavê xwe spî kî oy...
Bûka delal ev daweta te ye
Her ba zavê şerm neke oy...

Berbûk hatin ber malê
Rabe bûka delalê
Ha dîlan dîlan dîlan
Stran, lîlan û dîlan
Çi bûkeke delal e
Zava bû xwedî mal e

Gotin: Şivan Perwer
Muzîk: Gelêrî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?