Şivan Perwer - Hoy Narê
wêneyê hunermendî:ê 305 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Hoy Narê

Hoy Narê, hoy narê......

Ez sekinîm bin darê
Ji sibê heya êvarê [x2]

Li hêvîya te me malneket
Tu li ku maye lê Narê [x2]

Hoy nar, hoy nar, hoy narê
Tu kulîlka hinarê
Te xemilandî Adarê
Te can daye buharê

Wek kulilka Newrozê
Bê qerarê, bê sozê [x2]

Were em destê hev bigrin
Bibin suwarê Bozê [x2]

(Dîsgotin)

Ji nav gulan nar gul bû
Rîhana nava dil bû [x2]

Narînê li min mêzekir
Çavê xezalê bi kil bû [x2]

(Dîsgotin)
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?