Şivan Perwer - Hozan
wêneyê hunermendî:ê 652 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Hozan

Ne paşa û ne wezîr im
Ne muftî û ne dede me
Wez ne şêx û ne jî mîr im
Ez hozanê gelê xwe me
Çendî rastiyan dibînim
Tînim li ber we datînim
Car car dikim ez rexnên we
Ji bo baştir bibe doza me
Navê min ji we mal û milkan
Mihneta we li diyarê han
Gelê serok û rêberan
Hozan im hozan
Hevalno, hogirno, delalno,
xweşewîstno
Car car dibim Fêqiyê Teyran
Digerim seranserê welatan
Tov avêtin nava cîhan
Şax berdan li baxçê gulistan
Lê ketin tora çar dewletan
Min dixin nava zindanan
Işkenca axîn û lêdan
Ha ho li halê me girtiyan
Gazî dikim şax bilbilan
Şîn xistin nava baxê gulan
Dibêjin çi divên ji Fêqiyê Teyran
Hozan e hozan
Dewletno, sîyasetno, komarno,
hukûmetno
Car caran zembîlfi roş im
Selik û zembîlan difi roşim
Kolan kolan digerînim
Nanê zarokan dertînim
Navêm xwêdana eniya kesan
Navêm keda destê kesan
Divêm bi destê xwe xwedî kim
Zarok û zêç û kal û pîran
Axano, paşano, kedxwarno,
zordestno
Car car dibim Melayê Cizîrê
Diketim derya vê dîlberê
Ax dîlberê wax dîlberê
Mûmit di qama fenerê
Rohnî bike li min dîlberê
Avek ji ava kewserê
Vêxwim ji destê te dîlberê
Subhanallah li wê dîlberê
Xweda çê kir ji ezberê
Çendî van e parçê Xwedan
Jê nagerê rohniya çavan
Her ku li dîlbera xwe dinêrim
Xweş xweş dirisînim ristan
Berhev dikim ji bo dîwan
Bidim dîroka Kurdistan
Hozan im hozan
Hozanno, dengbêjno, şaîrno,
hunerdmendno
Car car dibim Exmedê Xanî
Dikevim nav xewn û xeyalan
Dibim şewê Memê Alan
Didim wez pê Zîna Zêdan
Ji muxurbê ta Cizîra Botan
Hawar li halê evîndaran
Jê nagerin Beko Ewan
Nasekinin koma fêsadan
Nerindno, bêbextno, fesatno, ewanno
Divêm bilind bibe doz
Fireh bibe çand
Rengîn bibe ziman
Ji ber vê çê dikim
Van awaz û stranan
Hevalno, hogirno, rindikno xweşikno

Gotin û awaz: Şivan Perwer
Aranje û harmonî: Dalshad Saîd
Şîrove
logo
eminokan 29-07-2020 09:25:40
hozanim hozan notalarini yazarsaniz nemnun olurum

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?