wêneyê hunermendî:ê 382 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer & Îlkay Akkaya - Desmal

Desmala min şarka şîn e
Lawik hatiye min bibîne

Wê desmalê ji te ra tînim
Bejn û bala te bibînim

Ha kuro lawo de kuro cano
De zû were min bibîne

Desmala min şarka zer e
Lawik hatiye xwe da ber e

De keremke were derê keçê canê
Desmalê tînim ji te re

Ha kuro lawo de kuro lawo
Rabe bîne de zû were

Desmala min şarka sor e
Çi digere li der dor e

Desmala zer, şîn û sor e
Ew evînek gelek zor e

Lawo bîne kuro bîne
Şarka şîn û sor û zer e

De zû were de zû were
Şarka şîn û sor û zer e
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?