Şivan Perwer - Kirîvê
wêneyê hunermendî:ê 400 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Kirîvê

Ax de were lê, were lê lê were lê lê... kirîvê lê, lê...
Kirîvê vê sibê ezê bi Çiyayê Şengalê,
Gola Smoqya daketim îro gelî di gelî da di gelî di gelî da di gelî da kirîvê lê lê..
Minê bala xwe dabû ku vê sibekê keçika Smoqya
Li xwe kiriye kirasê sorî, melesî çeka eba wî eba dawî di ser da
Xwe berdabû devê Gola Smoqya mîna kevoka, şînordeka
Çemê Xebûrê di binî da hê kirîvê lê lê …

Kirîvê tu zanî ev gunê min û te çi ye
Hewqa û şop û rê li min û te girtî ye
Ji min û te ra bûye sûc ku
Ez Misilman im tu jî Êzîdî yî kirîvê lê lê…
Kirîvê ez ketime bextê te,
Kê vê sibekê bi dengê qebqeba heramî kevîne
Xwe berde pozê Şengala Şewitî
Tê bi şêxa şêxê Melekê Tawis ke,
Were di ser derd û kula re ramûsanekê
Bi ser can û cesedê kirîvê xwe berde kirîvê lê lê…
Kirîvê heger xêr be bira ji dê û bavê te ra be
Heger gune be bira sedqa ber serê feqîrê we be kirîvê lê lê…

Îcar keçikê bang kir:

Kirîvo ezê jin im ne bi destê xwe me
Qurbana te me talan neke
Ji xwe netirse, wez sond dixum
Bi Şêxaltîkê Melekê Tawis be
Hege ez mirim ji axa sar ra me,
Hege ez bimînim ji rih û can û cesedê
Kirîvê xwe ra me kirîvo lo…
De ramûsanê me keçkê Êzîdiyan,
Di xweşbûna sehera sibê di azanya melê da kirîvo lo…
Sîng û berê min kara xezala, min xibşê, min dîlmezê,
Min kevoka, şînordeka Çemê Xêbûr e hê kirîvo lo…
De mîna fîncanê qehwê ferfûrî ne,
Dev û lêvê min mîna şekirê Amedê
Di devê cuhê de kexetkirî dişîne, kirîvo lo lo…

Gotin û Muzîk: Gelêrî
Berhevkar: Şivan Perwer
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?