Şivan Perwer - Kurdistan Şên Dibe
wêneyê hunermendî:ê 232 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Kurdistan Şên Dibe

Kurdistan dayîka derd û xeman
Hezar salan beriya bûyîna pêxember Îsa
Gerden, kam û rûkê xwe şuşt di nav ava gul de
Bejna delal xemiland di nava zêr û zîv de
Te hêlîn çêkir û şên hat di rojhilata navîn de
Ji bavê mar Medya hez kir û te li ser dil de
Bi evîna salan bi hev şa bûn we tev perwaz de
Li nav baxê cîhan te reh û şax de
Eman, eman, halê Kurdistan
Tu him derd û xem î, tu him dil û can

Tu bû dayîkek û keliya bi ser zarokên xwe da
Di paşila xwe da xwedî kir ji wan dest berneda
Kardox, Xaldêw, Hûrî, û Nêyrî di mala te da
Sûmer, Asûr, Babîl, Tirk û Ereb û Faris di xêr û bêra te da
Enqere, Bexda û Tehran hember te rabûn
Keda te înkar kirin, bi te re neyar bûn
Li ser rengê kedxwariyê li hev nekirin
Canê Kurdistan li hev par kirin
Eman, eman, halê Kurdistan
Tu him derd û xem î, tu him dil û can

Ruh û canê min bo te qurban, xaka Kurdistan
Ji bîra me qet tu naçî, ta wer bin goristan
Çiya deşt û zozanên te bi hêstirên çavan
kemiland bi kirinê salan, bi xwîna şehîdan
Rabûn, rabûn, zarokên te rabûn
Bi hawar û girî û şîna te ya salan şiyar bûn
Bi ala te bixemilînin şadî û azadî
Li nav baxê cîhan bo dostî û biratî
Eman, eman, halê Kurdistan
Tu him derd û xem î, tu him dil û can

Sal bû 1984, ew dawe hîn neqediyaye wanî
Min hîn notên helbestê yên dawiyê nenivîsandine.
Lew ev çîrok wanî naqede.

Gotin û Muzîk: Şivan Perwer
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?