Şivan Perwer - Kurê Min Leşker (Herba Koreyê)
wêneyê hunermendî:ê 72 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Kurê Min Leşker (Herba Koreyê)

Delal kirin esker e lê yeman
Dilê min kirin esker e can û can
Qumandarê romiyan oy eman
Ew çawîşê Contirkan lê yeman
Tê çi çax bigirî teskere oy eman
Ji eskeriya romiyan oy eman
Ji leşkeriya Contirkan can û can

Destê min ji delal kirin oy eman
Destê min ji dile min kirin lê yeman
Jar û hustuxwar kirin oy eman
Jar û birîndar kirin oy eman
Birin Herba Koroyê lê yeman
Birin Şerê Koroyê lê yeman
Nizanin ji kê re çi dikirin oy eman…
Nizanim ji kê re şer kirin oy eman…

Namekê binivsînin lê yeman
Mektûpkê binivsînin lê yeman
Dilê xwe re bişînim oy eman
Dibêjin Koro dûr e oy eman
Nizanim çava bişînim oy eman

Gotin: Şivan Perwer
Muzîk: Gelêrî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?