Şivan Perwer - Law Destê Min Berde
wêneyê hunermendî:ê 236 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Law Destê Min Berde

Şevek di nîvê şevê da lo di giraniya xewê da
Destê xwe da destê min lo bin roniya heyvê da
De berde de berde Lawo destê min berde
Evînî bi kul û derd e Lawiko destê min berde
Evînî bi kul û derd e Lo lawo destê min berde

Te min didî li hewzê gulan, sibê, nîvro û êvaran
Dest avête gerdenê lo, xişîn kete guharan
De berde de berde Lawo destê min berde
Evînî bi kul û derd e Lawiko destê min berde
Evînî bi kul û derd e Lo lawo destê min berde

Tucara te ji bîr nakim lo ser te re kesî nakim
Ger sed sal jî derbasbî lo, soza xwe xera nakim
De berde de berde Lawo destê min berde
Evînî bi kul û derd e Lawiko destê min berde
Evînî bi kul û derd e Lo lawo destê min berde
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?