Şivan Perwer - Lo Misto
wêneyê hunermendî:ê 332 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Lo Misto

Lo Misto lo Mistiko
Rebeno dest sistiko
Doza heqê xwe nake
Ber xelkê xwe melis diko
Misto bavê Seyranê
Rabûye ser tapanê
Diqîrim çiqas bibêm
Tew lê nayê gumanê
Misto Misto Misto Misto
Deriya derda veneke lo
Ji min re derda lê neke
Were lo lo lo... Misto

Min gelek tişt jê re got
Dil û ceger li min bûn sot
Go belê weke te ye
Lê Misto bûye gayê cot
Misasa dest axê xwe
Nîr xistiye stuyê xwe
Zikê erdê diqelişe
Bûye gayê axê xwe
Misto Misto Misto Misto
Dor dor dor beşo lo
Rebeno bi bextê reşo
Were lo lo lo... Misto

Beg zuxta lê dixîne
Hêta Misto bi xwîn e
Qet serê xwe ranake
Lê bi ax û nalîn e
Misto di bîra te de ye
Li gundê Xerabreşkê
Havîn û zivistanan
Em rêncber bûn ji bo axê
Misto Misto Misto Misto
Deriya derda veneke lo
Ji min re kula lê neke
Were lo lo lo... Misto

Axa çûbû seyranê
Me berdida meydanê
Me serê hevdu dişkand
Ew dima li ser talanê
Bes e ev talan Misto
Nîr bavêje ji husto
Tu rahêje misasê
Li dijmin bade husto
Misto Misto Misto Misto
Misto dil û çavê min lo
Tu dizanî bi halê min
Were lo lo lo... Misto

Misto kedxwar dudu ne
Erd û zevî girtine
Bi hev re weke seyan
Dixwin tev ser û bin e
Misto rabe ser piyan
Dem çû em pir dereng man
Kes êdî qebûl nake
Zilm û zoriya kedxwaran
Misto Misto Misto Misto
Ji min gazinca meke lo
Derya derda veneke
Were lo lo lo... Misto

Gotin û Muzîk: Şivan Perwer
Şîrove
logo
Ekrem Atalan 10-02-2023 08:20:18
Tembur xweśa mirow he xweśtir beje

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?