Şivan Perwer - Min Bêriya Te Kiriye
wêneyê hunermendî:ê 1808 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Min Bêriya Te Kiriye

Bêriya evîna xwe kiribû
Hat xeyalê wî raman bû
Stranek avet ser
Min bêriya te kiriye

Min bêriya te kiriye
Bawer ke m’bêriya te kiriye
Bipirse ji rengê biharê
Bipirse ji gulên wê darê
Min bêriya te kiriye
Bawer ke m’bêriya te kiriye

Ev çend sal e ez girtî me
Zulm û zorî gelek dîme
Ev çend sal e ez hefsî me
Lê bi evîna te dijîme
Bawer ke m’bêriya te kiriye
Jîna bê te ne tu jîn e
Jîna bê te ez dijîme
Her ku te’d bîra xwe tînim
Hêz dide min û dijîme
Min bêriya te kiriye
Bawerke m’bêriya te kiriye e

Evîn nebe jîn şîn e
Jîna bê evîn qiymet nîne
Dikim doza evînê
Bawer ke m’bêriya te kiriye
Bipirse ji kevokên aştiyê
Bipirse ji hevaltî û dostiyê
Bipirse ji dîwarên hefsê
Ewê ji te ra bêjin rastiyê
Min bêriya te kiriye
Bawer ke m’bêriya te kiriye

Gotin û Muzîk: Şivan Perwer
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?