Şivan Perwer - Nemire Lawik
wêneyê hunermendî:ê 479 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Nemire Lawik

Çolan da mere çole dûrin
Çiyan da mere berfe sûrin
Eman eman eman wez bimirim
Rind li her derekê hene
Yên Mereş’ê pir meşhûrin
Eman eman eman wez bimirim

Nemire lawik nemire
Nemire kurik nemire
Keçik qeda te bigire
Eman eman eman wez bimirim

Ew çi derdê bê eleme
Derman tu ye li benda te me
Eman eman eman wez bimirim
Kesê ji yara xwe dûrkeve
Kese ji rinda xwe dûrkeve
Dişewite wek kerem e
Eman eman eman wez bimirim

(Dîsgotin)

Çavên reş pir hêdi sera
Kanya gulaw agirê beda
Eman eman eman wez bimirim

Ez ê nîvê şevê werim
Şeva din nîvî şevê werim
Ez ê te bibim ji xwe ra
Eman eman eman wez bemirim

(Dîsgotin)
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?