Şivan Perwer - Pir Xweş E Serxwebûn
wêneyê hunermendî:ê 302 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Pir Xweş E Serxwebûn

Kurdino merdino pir xweş e serxwebûn
Ev demên tar û teng ku me dî wa ne çûn
Dest bidin hev hemî, pêş kevin em hemî
Da biçin bo welat yan mirin yan felat
Em herin bo welat yan mirin yan felat

Roj li me hate der zû şiyar bin ji xew
Ev dema ceng û şer paşketin êdî hew
Dest bidin hev hemî, pêş kevin em hemî
Da biçin bo welat yan mirin yan felat
Em herin bo welat yan mirin yan felat

Min divê ol û bext min divê pêşveçûn
Min divê tac û text min divê serxwebûn
Dest bidin hev hemî, pêş kevin em hemî
Da biçin bo welat yan mirin yan felat
Em herin bo welat yan mirin yan felat

Gotin: Cegerxwîn
Muzîk: Şivan Perwer
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?