Şivan Perwer - Şer Neke
wêneyê hunermendî:ê 286 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Şer Neke

Korîcîtî çi ye gotinek tirkî ye
Yanî cahş e xwe firotiye
Xwez û partiyê neyar xayinê welat e
Kuştiyê bira ye, nokerî ye şerm û fedî ye

Ger lingê we xwasî ye, yan zikê we birçî ye
Ger ji ber wê ye we xwe firotiye
Bo çi nafikirin kanî sebeb çi ye
Go ev rêça xelasiyê

Neke lawo neke
Neke bêbext neke
Hinekî şerm bike
Xwuşka te ye, birayê te ye
Mamê te, pismamê te ye
Ew hevalê doza te ye
Li hemberên wan şer neke

Ew neyarên koka me
Heyfa wan nayê bi me
Kuştine kal û bavê me
Pê re tîne bi serê te qorîcî

Meyze ke dîn çi gotiye
Hubbul weten mînel îman
Kesê ji welat hez neke
Pê re kêm e dîn û îman
We çek rakiriye milan
Daye pêş dijminê xwe
Dikujin welatperweran
Xera dikin welatê xwe qorîcî

Ew dewletên li ser we
Ew in dijî doza me
Divên her em bibin cahş
Birakujî şerê me qorîcî

Neke lawo neke
Neke bêbext neke
Hinekî şerm bike
Xwuşka te ye, birayê te ye
Mame te, pismamê te ye
Ew hevalê doza te ye
Li hemberên wan şer neke

Ew neyarên koka me
Kuştine kal û bavê me
Pê re tîne bi serê me
Heyfa wan nayê bi me

Neke lawo neke, cahşitî, qorîcîtî ne baş e. Xweda efû nakê ger mirov xayinê welatê xwe be. Ey têkoşerên doza me, bê yek nabiçin ser birayê xwe. Dijmin wan xapandiye. Bişewite mala menfaata şaxsî. Me bi civakiyê xebat nekiriye ji ber wê jî wenda kiriye. Heyf û mexabin.

Gotin û Muzîk: Şivan Perwer
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?