Şivan Perwer - Sirûda Karkerên Awistiryayê1
wêneyê hunermendî:ê 194 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Sirûda Karkerên Awistiryayê1

Bi dil ketin em şerê jînê
Em bi gavên pêt her pêş da diçin
Em li paşiya vê rêya reş de
Bêşik rojhilatê xweş dibînin
Derket ji paş çiyan, binêr ev tê çawan
Bibezin ber bi stêrka sor
Êdî ne xewne ev, ne jî xeyale ev
Stêrka rizgarbûne sor

Diya me bes refê karkerane
Welatê me jî hemû cîhane
Emê bikin şerê dor yê paşîn
Li ser me ala me Lenînîzm
Bilindkin ala me pir û pir bilindkin
Rakin ala me ber bi jor
Emê îro xînin em sibê derxînin
Rakin hemû ref û gor

Tu li behra reş wek fanûsekî
Em bi roniya wê pêş ve diçin
Em li paşiya vê riya reş de
Benda rojhilatê xweş dimînin
Karistanan em in, li zeviyan em in
Em in jînê çêdikin
Ziman yek ji bo me, dîn yek ji bo me
Weke ji dayîk û bavek hatin.

--Sirûda Karkerên Awistiryayê--
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?