Şivan Perwer - Tembûra Min
wêneyê hunermendî:ê 79 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Tembûra Min

Tebaxa 1996’an ez li welat bûm. Êvara hênik, bayê rojava gelek xweş e li serê Selheddîn Mesîf. Me li bajarê Hewlêrê dinihêrî, û ez û tembûra xwe bi hev re mijûl bûn.

Tembûra min, hevala min, bêkesa min, delala min

Gava bêjim ez derdê xwe
Te datînim ser çoka xwe
Te re dibêjim derd û kula
Tembûra min, hevala min

Tembûra min, tu hevala min e, dinalîne

Welatê min par par maye
Gelê min tev neçar maye
Dikim nakim kanras nabe
Bo çi yekîtiya me nabe

Wa Xwedêyo ev çi hal e
Bo çi nade mehmecal e
Me ne dost e, ne heval e
Hêvî bû xewn û xeyal e

Têlê zirav tu dinalî
Baş dizanî bi vî halî
Tembûra min em bibêjin
Belkî bihar bixemilî

Gava’g bihar bixemilî
Ez bilbil im, tu jî gul î
Tembûra min, hevala min, bêkesa min, nalîna min

Tembûra min, ka em bêjin, binalin. Dengê min û te li ruyê erdê belav be, bikeve guhên qirêj, da ku xweşî û rindî bikeve dilê mirovan. Hevala min, bêkesa min, nalîna min, evîna min.

Gotin û Muzîk: Şivan Perwer
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?