Şivan Perwer - Warê Me Ye1
wêneyê hunermendî:ê 200 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Warê Me Ye1

Warê me ye warê me ye
Şûna bav û kalê me ye
Ji me girtin bi zordestî
Kesek tune bû li pişta me

Pezê me, pezê me
Diçêriyan li çiyayên me
Talan kirin, girtin birin
Agir berdan konê me
Ji me girtin bi zordestî
Kesek tune bû li pişta me

Zarokên me zarokên me
Ji bir nakin ew rewşa me
Perçiqandin jiyîna wan
Xwestin vemirin ocaxên me
Ji me girtin bi zordestî
Kesek tune bû li pişta me

Mêrgê me na mêrgê me na
Lê gul diçînin keçê me na
Jêdikirin gulyê wana
Ez jibîr nakim zarîna wan

Warê me ye warê me ye
Şûna bav û kalê me ye
Ji me girtin bi zordestî
Kesek tune bû li pişta me
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?