Şivan Perwer - Welat Çiqas Xweş û Rind e
wêneyê hunermendî:ê 245 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Welat Çiqas Xweş û Rind e

Welat çi qas xweş û rind e keçikê lê lê
Mirov tê de serbilind e delalê lê lê
Yê me ne rez û ne pez e keçikê lê lê
Cih û warê me qet tune delalê lê lê

Ez dizanim welat xweş e lawiko lo lo
Bê welat jiyan nameşe delalo lo lo
Ger em welat rizgar bikin lawiko lo lo
Kes namîne bi bextê reş e delalo lo lo

Destê min li dawa te ye keçikê lê lê
Xew û xwarin li min tune delalê lê lê
Destê xwe di destê min ke keçikê lê lê
Ev doza ya min û te ye delalê lê lê

Destê min di destê te de lawiko lo lo
Te kengî got min guh neda delalo lo lo
Gava te got min got fermo lawiko lo lo
Tev rabin di riya doza xwe de delalo lo lo
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?