A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Şivan Perwer - Xanima Min
131 Xwendin
1 Ecibandin
Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Xanima Min

Xanima min, bermaliya min, Xanima min, bermaliya min,
Xanima'm, bermaliya'm, rindik xemla mala min
Xanima'm, bermaliya'm, rindik rewşa mala min

Delala min îro ji min xeyîdiye
Bi gazincê, bi axînê, dil cemidî ye

Xanima min, bermaliya min, xanima min, bermaliya min,
Xanima'm, bermaliya'm, rindik xemla mala min
Xanima'm, bermaliya'm, rindik rewşa mala min

Xanima min, bermaliya min,
Dîsa çûbûyî li ba me,
Rabûne kul û derdê me

Xanima'm, bermaliya'm, rindik xemla mala min
Xanima'm, bermaliya'm, rindik rewşa mala min

Xanima min were ba min
Roniya her du çavê min

Xanima'm, bermaliya'm, rindik xwîna rehê min

Zanim xanim birîndar û bê evîn e
Derdê mêran û zarokan pir dikşîne

Xanima min, bermaliya min,Xanima min, bermaliya min,
Xanima'm, bermaliya'm, rindik xemla mala min
Xanima'm, bermaliya'm, rindik rewşa mala min

Bawer nakim bê keda wê
hêz nadin dest û piyê min

Xanima'm, bermaliya'm, rindik xemla mala min
Xanima'm, bermaliya'm, rindik rewşa mala min

xanima min were ba min
roniya her du çavê min

Xanima'm, bermaliya'm, rindik xwîna rehê min
Xanima'm, bermaliya'm, rindik rewşa mala min

Xanim dikşîne wek dayika min Kurdistan
Mêr û zarok xeçel bûne weke Kurdan

Xanima min, bermaliya min,
Xanima min, bermaliya min,

Xanima'm, bermaliya'm, rindik xemla mala min
Xanima'm, bermaliya'm, rindik rewşa mala min

Dixwazî bibe wek xaniman
Jîn bike mêr û zarokan
Belê tu raste delalê
Bi axîne wek te Şivan

Xanima'm, bermaliya'm, rindik xemla mala min
Xanima'm, bermaliya'm, rindik rewşa mala min

Xanima min were ba min
Roniya her du çavê min
Xanima'm, bermaliya'm, rindik xemla mala min
Xanima'm, bermaliya'm, rindik rewşa mala min

Gotin û Muzîk: Şivan Perwer
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Stranên din ên Stranbêjî/ê