Şivan Perwer - Xerîbê
wêneyê hunermendî:ê 201 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Xerîbê

Weyla li min xerîbê
Bê war û bê cih be
Xwedê neke kes bê xwedî be
Xerîba Xwedê me
Delala Xwedê me
Xerîba Xwedê me
Rebena Xwedê me
Dara li ber devê rê me
Bi hesreta mala bavê me
Weyla li min xerîbê
Bê war û bê cih be
Xwedê neke kes bê xwedî be
Xerîbek hêja me
Wek sêv û gula me
Delala dila me
Bi hesreta dilê xorta me
Weyla li min xerîbê
Weyla li te xerîbê
Bê war û bê cih be
Xwedê neke kes bê xwedî be
Xerîba bê war im
Delala neçar im
Be dem û dewran im
Bin dest û neçar im
Welat welat digerim û bêyan im
Weyla li min xerîbê
Weyla li te xerîbê
Bê war û bê cih be
Xwedê neke kes bê xwedî be
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?