Şivan Perwer - Xeydokê
wêneyê hunermendî:ê 254 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Xeydokê

Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê
Şêrînê şemamokê lê li min gidî Zeynokê
Bejna te zirav e, weke şitila tuhokê

Li Rihayê dewran e, li Siwêregê ferman e
Ji bo xatirê Xeydokê, eşîr tev de di şer de ne
Bona çavê Xeydokê eşîr tev de di şer de ne

Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê… (Dîsgotin)

Xeydok hat û ha wa çû, kê lê nêrî ji dil ve çû
Bona xatirê Xeydokê lo xwîna sêsed mêrî çû
Bona çavê Xeydokê eşîr tev de têk ve çûn

Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê… (Dîsgotin)

Çi Xeydokek dil û can, xort tev jê re bûn qurban
Çi Xeydokek dil û can lo eşîr tev jê re bûn qurban
Qet di bîra xwe neanîn lê çi bûye Kurdistan
Hemû ketin doza wê, lê nefikirîn Kurdistan

Hay gidî hay gidî, hay hay gidî Xeydokê… (Dîsgotin)

Gotin û Muzîk: Şivan Perwer
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?