Şivan Perwer - Xezal Xezal
wêneyê hunermendî:ê 613 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Xezal Xezal

xezal xezal de hayê hayê...
îro minê dîbû mala xezala min barkir çû zozana oy cefayê
şewtê kulê dilêm pir bûn xezalê... hayê...
ezê van kulê dilêm? heya dare bûye j?tere bibim
cem aşiq û cem xozana.. oy cefayê..

gelî gundyan û cîranan ma hunê qey nizanin
ma rûkê xezala min sor bûne ji kut û matê lolo... ramûsanan oy xezal
xezala min xeyidiye gelî gundyan û cîranan
ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê
xezal biyan e oy xezal, xerîbî zor e oy cefa
belê meryê xerîb li welatê xerîbiyê kor e xezal

îro minê bala xwe didim çiyayê sîpanê xelatê berfê lêkir oy xezal
dîsa min dît bilbilê malxirab di quntara çê de hêlîn çêkir oy cefayê
sala par heta van çaxana xezal ya min bû
sala îsal mêrê heram rabû lolo dawe lê kir..
xezala min biyan e
gelî gundyan û cîranan ezê nizanim va qîza seba çiye hoy.. nayê rayê
xezal xerîb e oy xezal, xerîbî zor e oy cefa
belê meryê xerîb li welatê xerîbiyê kor e xezal

De min go Xezalê/Delalê rebenê neçe avê way way
De min go Delalê rebenê neçe avê way way
Wê bê pêşiya te delalê siwarê axê way way
Wê ji te bistînin rebenê/delalê kembera navê way

Xezal xezalê rebenê/delalê keça Kurda ye way
Xezalam egît e lê lê pişta mêra/dayika ye way
Ezê Xezalê nadim qe tu kesa ye way
Ez kim Xezalê nadim qe tu kesa ye way

Ez Xezala xwe tu nadim qe tu kesaye way
Çavê Xezalê/Delalê belekê?m welata ye way
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?