Şivan Perwer - Yar Merheba
wêneyê hunermendî:ê 152 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Yar Merheba

Yar merheba, can merheba, ehlen we sehlen merheba
Tu bi xêr hatî û xweşî hatî, li ser seran, li ser çavan
Yar merheba, can merheba
Bi hatina te şa bûme, sola xwe deyne, were rûne
Lo mêvano de kerem ke, were li kelêka min rûne
Yar merheba, can merheba

Yar tu zanî, pir dûr mame, zû de ye ji welat qetiyame
Yek caran tên mevanên min, lê bêgan û bêwar mame
Ka bêje çi heye li welat, çawa dibe kar û xebat, ax
Gava qal kir, keser kişiya, hûr hûr hêsir ji çavan meşiya
Min lê nihêrî û kûr fikirîm tînê da dil û jixweber êşiya
Go: Heyran, ger mirov bêje, derd û kul, azar û êş e
Zilm û zordarî li her der, gelek heye wek tu bêjî
Dijî zilmê me dest pê kir, kom û koz û civîn çêkir
Ji serî ta binê welat komale û partî bi rê kir
Lê em gelek bi gazin in, em li hember hev mezin in
Doza li hember dijmin berda, hevdu kuştin bi hev ketin
Xebat têk çû, em tev şikiyan, hin hat girtin, hinek reviyan
Zarok û jin, kal û pîr tev, man li ber destê dijminan
Xortên hêja, keçên ciwan, girtî ne li binê zindanan
Ferman e li ser serê me, tevger ne baş e bê guman
Çawa kesek me nabihîze, xwînxwar bi namûsa me dilîze
De biqîre heval bêje, kor bibînin, kerr bibihîze
Of, of...
Bextreşî, bindestî, xizanî
Li alîkî perîşanî û belengazî
Ev çi hal e, gava hindekî şiyar dibin şerê hevdu dikin
Yên li pê dimînin, xelk wan dibe heps û zindanan

Şerm kir û stuyê xwe xwar kir di ber xwe de hêstirên xwe pak kir
Agir bi dil û canê min xist, min hiş û aqil wenda kir wax, wax
Min got me tev erdek rakir û xwêdana xwe li ser rêj kir
Kurm û qimil tev ketinê, ser û binî tev xera kir
Go herdem me çare nîne erdê rake û tov biçîne
Tav û baran, rengê gulan li zevî xew hişîn bîne
Min got jiyan têkoşîn e, geh têk diçe, geh pêk tîne
Lê ji bo me heye armancek, xweşiya jînê pêş de bîne
Go me tev heye armancek, lê dikin nakin nabin yek
Pergal li me bela bûye lê ji her serîkî tê dengek
Rast e bi te bawer dikim, çend sal in ku ez jî bang dikim
Dil û ceger li min heliyan, ji wan ez ji niv şînê dikim
Ji te re bêjim bê guman, sonda min bi navê Kurdistan
Kes navê bimîne kole, wê rabe ev zilm û talan
Ger hûn bi gel bawer dikin û ji bo heqê wî kar dikin
Lê tiştê ku gel ji we dixwaze tevdîra yekîtiyê bikin

Perçebûn û dijberî kesekî xelas nake
Dijmin mezin e, hûn biçûk in
Bes e êdî birakujî
Bimre birakujî, bes e…

Gotin û Muzîk: Şivan Perwer
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?