Şivan Perwer - Yek Mûmik
wêneyê hunermendî:ê 273 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Yek Mûmik

Kanî tembûra we lo, kanî tembûrvanê we
Kanî zirneya we lo, kanî zirnevanê we
Kanî dahola we lo, kanî daholvanê we
Kanî mêvanê we lo, kanî mazûvanê we
Va ye mêvanê me lo, va ye mazûvanê me
Kanî bûk û zavê we, kanî va govenda we
Va ne bûk û zavê me, ava ye govenda me

Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik
Çar mûmik, çarde mûmik
Serê malê misqalek
Bûk li zavê bimbarek
Ha nîna ha nîna

Çûme Mûsilê carek,
Min anî hine barek
Heçî malê keç tê de
Me dabûye sihanek

Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik… (Dîsgotin)

Hatim Diyarbekir carek
Min anî rihel barek
Heçî malê xort tê de
Me dabûyê desmalek

Yek mûmik, du mûmik, sê mûmik… (Dîsgotin)

Gotin û Muzîk: Gelêrî
Herêm: Sêwreg
Berhevkar: Şivan Perwer
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?