Şivan Perwer - Zembilfiroş û Xatûn
wêneyê hunermendî:ê 350 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Zembilfiroş û Xatûn

Qinyata Zembilfiroş û evîna Xatûnê. Wekî bakî germ bi evîn, tirs. Lê paqijî girtibû ser hêlê û herkesî, li dora Kela Farqînê. Weha dibêje gelê me: Zembilfiroş. Lawikê Ebas, ya Emin ya nenas. Xêr û xeraca nastîne, keda destê xwe dixwe. Hurmeta Mîr û evîna Xatûnê; heskirina welat, gel, hele ya zarok û jina wî her li dilê wî ye. Hêja ye Zembilfiroş

Zembîlfiroş zembîla tîne
Delalo zembîla tîne
Kolan bi kolan digerîne
Nan û dahnê pê distîne
Zarokan pê ditevrîne

Gava ew zembîla tîne
Xatûn li bircê dibîne
Bi eşqa dil dihebîne
Aqil diçe sewda namîne
Ha dil were, ha dil were
Kesê ji dil nekî bawere
Ji mirovantî hatiye dere

Xatûn :
Kuro sêlka vir de bîne
Mîr dixwaze te bibîne
Buha buha ji te bistîne
Lawiko ez brîndar im

Zembîlfiroş:
Xatûna min a delal e
Min bîhîstî Mîr ne li mal e
Bazara'm bi malê helal e
Xatûnê ez tobedar im
Delalê ez tobedar im

Ha dil were carek bi coş
Car car vexwe şerbeta xoş
Dilqinyata Zembîlfiroş

Xatûn :
Zembîlfiroş lawikê beyan î
Ez dibêjim tu pê dizanî
Min bo eşqa dil te anî
Lawiko ez evîndar im

Zembîlfiroş:
Xatûna min a zerîn e
Qusur li ser te qet nîne
Lê dilêm kesî nahebîne
Xatûnê ez tobedar im
Delalê ez tobedar im

Hay hay hay hawar e hawar e
Hay hay hay hay..
Xatûn pir evîndar e
Li ber rehma Xwedê xwar e
Ji eşqê maye bê par e
Evîndar e ma bêçare

Xatûn li jor kar dike
Zêr li eniyê par dike
Kalên sedsalan har dike

Xatûn :
Çavên min mîna eynan e
Biskê min mîna qeytan e
Diranê min mîna mircan in
Eniya min mîna ferşan e
Berê min mîna fîncan e
Fîncanên mîr û paşan e
Sîngê min mîna zozan e
Zozanên haft eşîran e
Zembîlfiroş, lawikê derwêş
Lê bike kêf û seyran e

Zembîlfiroş lawikê derwêş e
Keremke tu were pêşe
Heqê zembîlên xwe bibêje
Lawiko ez evîndar im

Zembîlfiroş:
Lê lê lê, lê lê Xatûnê
Çavên te mîna zeytûnê
Ditirsim ji agirê êtûnê
Ya Xatûn ez tobedar im
Tobedarê Xaliqê Cebar im
J'ser toba xwe ez nayêm xwarê

Xatûn :
Zembîlfiroş lawikê feqîr e
Were ser doşeka Mîr e
Bidim te guliyên herîr e
Lawiko ez evîndar im

Zembîlfiroş:
Tu Xatûna li birc û van î
Li ser text û li ser seran î
Tu ji min re nabî kevanî
Xwedî zarok û eyal im
Zarok tazî û birçî li mal in
Xatûnê ez tobedar im

Xatûn :
Zembîlfiroş lawikê nenas î
Tena derpî û kiras î
Tu ji destêm nabî xelas î
Lawiko ez evîndar im

Zembîlfiroş:
Xatûna gerden bi morî
Qet nabe bi kotek û zorî
Tirsa min ji wî Reb ê jorê
Xatûnê ez tobedar im
Tobedarê Zerdeştê Kal im
Ji ser toba xwe qet nayêm xwarê
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?