Şivan Perwer - Zindana Tarî
wêneyê hunermendî:ê 265 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Zindana Tarî

Zindan tarî çav girêdayî
Ling û dest li bend û zincîr
Lêdan, îşkence, zilm û zorî
Bi sala ye dikşîne û li ber xwe dide, girtiyê azadiyê
Ji bo evîna xwe, hêvî, bendewarî û armanca xwe
Dixwaze gelê xwe rûspî derxîne
Azadiya wî pêk bîne
Bi sala ye girtiyê me bendewarî evînê ye
Evîndariyê azadiyê ye
Bi hevalên xwe re mijûl dibû carna û stranên xwe digot
Carna îşkence û zilm li zindana tarî...

Hucra min çiqas sar e lê lê lê lê dayê
Çavên min girêdayî lê lê lê lê dayê
Zulûm çiqas dijwar e lê lê lê lê yadê
Li vê zindana tarî lê lê lê lê dayê
Dengê deriyê hesin tê, dengê lingê cûnta tê
Û deriyê hesin dîsa vedibe lê lê lê lê dayê
Dengê lingê cûnta tê lê lê lê lê dayê
Dengê zilm û îşkencê lê lê lê lê yadê
Çi qêrîn û hawar tê lê lê lê lê dayê
Va vekirin deriyê min û bi dar xistin destê min
Zincîr xistin lingê min, zulma xwe dest pê kirin hoy…

Û pirsan ji min dipirsin lê lê lê lê yadê
Ku tirsê têxin dilê min lê lê lê lê yadê
Her lêdanê li min didin lê lê lê lê yadê
Lê ew bi xwe ditirsin lê lê lê lê yadê
Wek navê xwe ez dizanim lê lê lê lê yadê
Ez perwerê niştiman im lê lê lê lê yadê
Ser didim ez sir nadim lê lê lê lê dayê
Bawer im baş dizanim lê lê lê lê yadê
Vî dijminî ez nas dikim lê lê lê lê yadê
Hucra min çiqas sar e
Dest berdan û çûn
Çavên min girê dane
Hucra min çiqas sar e lê lê lê lê dayê hoy…
Û carê ban hevalê xwe kir
Weke dengê wan têkeve newalan, best û çiyan
Biçê heta pêşmergan, li şaxên Kurdistanê bilind bibin...
Wa.. Hevalno... Hevalno ho...

Gotin û Muzîk: Şivan Perwer
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?