Siya Şevê - Derew e
wêneyê hunermendî:ê 175 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Siya Şevê - Derew e

Jiyan çima ewqas zore, nizanim
Nema hêz nema evîn,nikarim
Bide bide destê xwe bide
Mêze mêze çavê min mêze

Lê lê şev derew e
Reş û sipî derew e
Tu xewnî, xewn derew e
Were min bixapîne

Lê lê çav derew e
Çav bi hêsir pa nabe
Dilê şikiya şa nabe
Şa bibe jî derew e

Lê lê hez derew e
Dest bi desta, bi hev ve
Jor jêra jîyan wekhev e
Ew jî bila ji min wêda be

Lê lê al derew e
Ala ku bi ba hêl dibe
Sond li ser wê pir dibe
Sed rengî sed derew e
Şîrove
logo
Amed Amed 30-06-2019 06:19:15
li ber bîrayê super e

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?